HELEB – Bi diruşma”Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” îro Kongreya Star bi hevkariya bi Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê re şevbuhêreke stranê li parka Istîqamê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi rastina Roja Jinan a Cîhanê, li dar xist.
Di şevbuhêrkê de bi dehan jinên taxê, endamên ji saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Nehle Mistefa axivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê, jinên di eniyên şer de û li rêber Abdullah Ocalan , pîroz kir.
Beşdaran û koma Siyajîn a girêdayî çand û hunerê stran û mewalên li ser Efrîn û mîrasa wê pêşkêş kirin.
Di şevbuhêrkê de hin xwarinên gelêrî yên kurdên Efrînê pê navdar in hatin pêşkêşkirin û ji hêla jinên beşdar ve ew xwarin hatin amadekirin.
Şevbuhêrk bi gerandina dîlanê di ber stranên şoreşgerî re bi dawî bû.