NAVENDA NÛÇEYAN –
Kendal CÛDÎ nivîsand
Bi xetên stûr ji helwestên Emerîkayê diyar dibe ku wê planên nû yên der barê Îranê û herêmê de ji Rûsya bixwaze, nexasim ji bo misogerkirina ewlekariya Îsraîlê. Lê hûrgiliyên wê, dê di paşerojê de diyar bibin û ev jî vedigere hevsengiya herêmî û cîhanî.
Berbanga roja înê, hêzên Emerîkayê li dijî baregeha Îmam Elî ya girêdayî Îranê li rojhilatê Dêrazorê êrişek kir. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ev êriş bi telîmatên yekser ji serokê DYE`yê Biden, wekî bersiva êrişa komên çekdar ku di 15`ê Sibatê de, li dijî baregeha DYE`yê ya nêzî balafirgeha Hewlêrê ya navneteweyî, pêk hatiye.
Ev serê çend salan e ku baregehên hêzên girêdayî Îranê li Sûriyê dibin armanca Îsraîlê û di radeya duyemîn de Emerîkayê. Lê cûdahiya vê êrişa dawî ya DYE´yê li dijî hêzên girêdayî Îranê û êrişên berê çi ne, divê mirov vê yekê ji xwe bipirise.
Gelek nîşane û dane hene ev êriş cûdayî êrişên din, derxist holê. A yekê; piştî ku rêveberiya DYE`yê di 21`ê Çileyê de dest bi erka xwe kir, ev yekemîn êrişa DYE`yê li Sûriyê û herêmê bi giştî ye. A duyemîn, cih, zeman û sedema êrişê. A sêyemîn jî; ev êriş ne tenê peyamek ji bo Îranê bû, di heman demê de peyamek ji Rûsya û rejîmê re bû.
Bê guman DYE`yê, bi vê êrişê gelek armanc pêk anîn û di heman demê de peyamên ku xwest bide, bi awayekî eşkere û bêyî ku tawîzekê bide, gihand gelek aliyan.
4 armancên sereke mirov dikare ji vê êrişê rêz bike:
a) DYE`yê bi awayekî eşkere ragihand ku peyman û helwêstên rêveberiya berê ya DYE`yê êdî xelas bûne û serdemeke nû dest pê kiriye.
b) DYE`yê peyam da Îranê ku ew ji diyalogê re jî amade ye û ji şer jî amade ye. Êdî hilbijartina kîjan rêyê li Îranê vedigere. Di heman demê de, DYE bi vê êrişa xwe dibêje ku komên girêdayî Îranê wê li Sûriyê û Iraqê bi kêfa xwe nikaribin tevbigerin û ewlekariya Îsraîlê bixin metirsiyê.
c) DYE`yê peyam da Rûsyayê ku êdî dîzaynkirina Sûriyê wê ne bi kêfa wê be û her tiştê bixwaze pêk bîne û li gora kêfa wê be.
d) DYE`yê peyam da hêzên ku destwerdane Sûriyê (Rûsya, Tirkiye, Îran) hemûyan ku ew ê heta pêkanîna stratejiya xwe ya nû li Sûriyê bimîne. Di heman demê de, dîzaynkirina Sûriyê û Iraqê ji hev ne cuda ne û her du welat jî wê bi roleke sereke di sazkirina herêmê de rabin.
Rûsya beriya her kesî peyama DYE`yê fêm kir û helwêsta xwe li ser zimanê sê rayedarên xwe eşkere kir. Di heman demê de, ji vê êrişa DYE`yê gelekî bi hêrs bû. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova êrişên Emerîkayê şermezar kirin û banga rêzdariyê li serweriya Sûriyê kir.
Serokê Komîteya Navneteweyî ya Meclisa Federal a Rûsyayê Konstantin Kosacheov jî anî ziman ku kiryarên Emerîkayê li Sûriyê wê rewşa herêmê xerab bike û gef li Emerîkayê xwar û got, “Sûriyê çekên wê yê nûjen hene wekî moşekên S-300, lewra divê Emerîka di kiryarên bi vî rengî de baldar be.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bi helwêsta xwe neçariya Rûsyayê û çirava ku ketiyê, raber kir û daxwaz kir ku divê careke din peywendî li ser asta siyasî û dîplomatîk di navbera Moskov û Washingtonê de der barê Sûriyê de dest pê bike.
Nûnerê serokê Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Lavrentiev Îsraîl hişyar kir û got, sebra hikûmeta Sûriyê der barê êrişên Îsraîlê de wê bi dawî bibe û ev êriş wê bi xwe re encamên xerab bînin.
Ji gefên Rûsyayê yên der barê êrişên Îsraîlê û êrişa herî dawî ya Emerîkayê li dijî komên girêdayî Îranê li rojhilatê Sûriyê de diyar dibe ku Rûsya bi awayekî lezgîn dixwaze civîna Qudsê ya duyemîn a sêalî (Emerîka, Îsraîl, Rûsya) li dar bixe. Jixwe di bîra her kesî de ye ku cara yekemîn li ser asta herêmî û cîhanî, civîneke sêalî ya şêwirmendên ewlekariyê yên Rûsya, Emerîka û Îsraîlê di 2019`an de li bajarê Qudsê hate lidarxistin û wekî civîna Qudsê hate binavkirin.
Ji ber ku Rûsya baş dizane, êdî her ku diçe di çirava Sûriyê de dixeniqe. Kêm zêde ji serdema Trump sûd ji tevgerên Emerîkayê û helwêstên wê digirt, lê Rûsya niha dizane, tiştên ku dixwaze, helbet divê ji rêveberiya nû ya DYE`yê bistîne.
Bê guman Emerîka jî dixwaze li Sûriyê rol bide Rûsyayê. Bi gotineke din, dixwaze bi Rûsyayê guhertinê li Sûriyê pêk bîne, anku wekî alavekê bi kar bîne. Lê pirsa ku derdikeve holê, gelo vê carê Emerîka û Îsraîl wê bi heman şertên berê civîna Qudsê ya sêalî li dar bixin? Diyar dibe ku heta hin peymanên ku rêveberiya Emerîkayê neguhere û wekî hêzeke sereke xwe îsbat neke, DYE wê civînên bi vî rengî li dar nexe.
Bi xetên stûr ji helwestên Emerîkayê diyar dibe ku wê planên nû yên der barê Îranê û herêmê de ji Rûsya bixwaze, nexasim ji bo misogerkirina ewlekariya Îsraîlê. Lê hûrgiliyên wê, dê di paşerojê de diyar bibin û ev jî vedigere hevsengiya herêmî û cîhanî.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA