HANNOVER – Aktîvîstên TCŞ bi armanca protestokirina tecrîda girankirî û pergala îşkenceya sîstematîkî ya ku ji 22 salan zêdetir li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin û bi armanca azadiya fîzîkî, li Hannoverê hatibû destpêkirin, dest bi çalakiya konê dewr girt.
Çalakiya ku NAV-DEM Hannover di roja 1’emîn de da destpêkirin û di roja 2’emîn de ji hêla tevgera jinên Kurd ên Elman YJK-E ve hate girtin, aktîvîstên TCŞ’ê îro jî didomînin.
Dema ku polîsên Elman dixwest alên bi wêneyên 3 şoreşgerên jin ên Kurd Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin rakin, ciwan hêrs bûn, lê dema ku provakasyona provakasyonê ya polîsên Elman bi nêzîkbûnê ciwananre bê encam hat hîştin.
Tevahiya rojê bi Elmanî daxuyanî hatin dayîn, çalakî bi dirûşman qediya.
Çalakiya ku dê 5 rojan bidome, wekî konê agahdarkirinê di navbera 15.00 – 17.00 de tê organîzekirin.