ŞENGAL – Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 94 roj in didome.
Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 94 roj in berdewam dike
Xelkê Şengalê diyar kirin ku heya daxwazên wan pêkneyên dê çalakiyên xwe berdewam bikin.