Yeko ARDIL nivîsand
Piştî Garê em ê hîna gelek caran li ber alavên ragihandinê rawestin û bibêjin, “Bêdeng bin, heval, hevrê û fermandarên me diaxivin, wê miziginiyên nû bidin me.
Di şerê Vîetnamê de General Giap wekî kesê duyemîn yê şer û şoresê, bi risteke mezin rabûbû. Fermandarê ku herî zêde bi serketina dîrokî ya li Dîen Bien Fu yê navdar bû, ji bo gelên bindest ên cîhanê jî wekî remzeke liberxwedanê hate qebûlkirin.
Di kevneşopiya şoreşa Kurdistanê de têgihên wekî paşa, general û fermandar nayêne bikaranîn. Li dewsa wan têgihan ya herî zêde bi nirx, heval yan jî hevrê ye. Bingehê vê çandê bi qasî dîroka mirovahiyê kevin û dûr e. Lê ya ku em weke destpêk li rastî wê tên, têgiha hawarî ye. Hawariyên Mesihî ku ji donzdeh kesan pêk dihatin û piştî çarmixkirina Mesih ola wî li her derê dinê belav kirin jî heval, hevrê yan jî qasid bûn. Li aliyê din di ola îslamê de jî ev têgiha hevrê cih digire. Weke tê zanîn ji kesên herî nêz ên pêxemberî re jî sehabî digotin. Sehabî jî di wateya heval û dost de hatiye bikaranîn.
Di şoreşa Kurdistanê de yekem car em di çand û zimanê PKK´ê de rastî vê têginê tên ku ew jî bingehê xwe ji şoreşa 17´ê Cotmehê digire. Destpêkê weke rêheval bû, piştre bi awayê heval û hevrê dewam kir.
Bi derketin û belavbûna şervanên azadiyê re ev têgih li nav gel ji nû ve zindî bû. Li ber dilê gel weke têgiheke herî pîroz a liberxwedanê hate pêşwazîkirin. Gava mirov dên û bala xwe dide têgihê, ji du peyvan pêkhatî ye. Hev û al, du kesên li aliyekî yan jî kesên alîhebîn, mirov dikare weke kesên ku heman alê jî hildigirin bi wate bike. Lewre di pergala Şoreşa Kurd de jî ev têgih ya herî maqûl e. Ji şervanê nû beşdarbûyî heta fermandarên herî bilind, tevde bi vî awayî bang li hev dikin.
Piştî serketina dîrokî ya Çiyayê Garê ku pergala dijminan ji kokê ve hejand, gelek gotûbêjên dûrûdirêj jî rûdan û wisa diyar e ku ev dê pirr jî dewam bikin.
Gava mirov bala xwe dida axaftina hevalê Murat Karayilan, yekser ew dîmenên şerê Vîetnamê jî li ber çavên mirovî zindî dibin. Wê demê şervanên Vîetkongî û gelê Vîetnamê para bêhtir di radyoyê de guhdariya serok û rêberên xwe dikirin û dema weşanê de li seranserî welatî bi yekdengî digotin, “Hiş bin, General Giap diaxive.”
Piştî ku agahdariya axaftina Karayilan a derbarê serketina Garê de hate belavkirin, li her devera Kurdên welatparêz lê jî heman hestiyarî li dar bû. Kal û pîr, jin û mêr, zarok û ciwan tevde di bin wê hewa û hestê de bûn. Lewre piştî têkçûna dîrokî “wezîrê reben” ew îşaret kiribû û gotibû, “Eger em wî nekin hezar parçe em bê şeref in.”
Gelê Kurd baş dizane ku ji bo wan, ew gotineke mîna benîştê cûtinê ye. Bi sedan carî soz dane, sond xwarine lê tifa xwe ya hîna li erdê ziwa nebûyî bi awayekî qeşmerî alastine. Lê ji bo gel jiyana hevalan girîng e. Ew hevalên ku di şerî de mezin bûne, ji derfetên di bin sifrê de ew şoreşa ezamet afirandine û îro jî bi derbên dijwar dilê dijminan disojin, helbet jiyan û hebûna wan ji bo Kurd û Kurdistanê girîngtirîn babet e.
Û hevalê Karayilan axivî, nirxandina wî zelal bû, peyamên wî kurt û eşkere bûn.
Hevalî got, “Ew girtî bi destê artêşa Tirk hatine qetilkirin. Ji bo parastina wan, hevalên me jî şehîd ketin. Bila kes û saziyên bêalî bên û lêkolînê bikin. Em amade ne.”
Mixabin heta niha ji ti kes û saziyên qaşo bêalî dengek jî derneketiye. Ew saziyên ku diviyabû bi rastî jî bêalî bûna û şervanên Kurd peymanên wan îmze kirine, ji tirsa dewleta Tirk nikarin bibêjin, em hene û mirov in. Lewre baş tê zanîn ku ew sazî jî bi rêya kin yan jî dirêj xwe digihînine dewletan. Ji ber wê ye ku nikarin zêde bilivin. Elmanya bê şerm û fihêt dikare bibêje, naveroka hevdîtina wan a li gel wezîrê parastinê yê Tirk sireke dewletî ye. Qirkirina Ermenan, komkujiyên Kurdan û gelên din ji bo wan sirên dewletî ne. Lê bikin nekin, Garê pergala wan jî hejandiye, tevde nerehet in. Gelê wan jî hesabê ji wan dixwaze.
Ya duyemîn jî bersiva hevalî ya dîrokî bû: “Were, tu bi xwe were. Zarokên xelkê meşîne mirinê.” Û tişta ku wezîr û kizîrên dewletê hîna jî fêm nekirine bi bîra wan anî: “Em şehîd bikevin, wê bi hezaran cihê me tije bikin.”
Wê kêliya hevalê Karayilan diaxivî, li maleke Kurd ev gotûbêj li dar diket. Dayê Sosê diaxive: “Dijmin bîlesedem jê re negotiye Qereyilan. Ji ber gelek caran bi kezeba wan ve daye.”
Neviyê wê dibêje: “Na dapîr, jixwe paşnavê wî wisa ye.”
Dayê hêrs dibe: “Tu nizanî lawê min. ew ji bo wan marê reş e, lê ji bo me kevokê aştî û azadiyê ye. Rebbîî…ti caran kevir nekeve ber lingê te û hevalên te!”
Belê piştî Garê em ê hîna gelek caran li ber alavên ragihandinê rawestin û bibêjin, “Bêdeng bin, heval, hevrê û fermandarên me diaxivin, wê miziginiyên nû bidin me.”
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA