ZINARÎN EFRÎN
Terzê heval yê jiyanê, zindî bûna wê, bi însiyatîf tevlîbûna wê ji her tiştî re xwestekê xwe pêşxistina wê gelek bala min dikişand. Gelek taybetmendiyên wê yên xweş, hişt ku demek pir kin de ez xwe nêzî wê bikim. Di wê yekîneyê de nêzîkatî, tevlîbûn, zindîbûn, nêzîkatiyê wê ji jiyanê, hevaltiyê û xebatê re gelek ji dil bû, xweşikbû coş û heyecana heval Bêrîtan hiştibû ne tenê ez, hemû hevalê yekîneyê bi meraqekî mezin nêzîkî wê bibin. Me gelek nîqaş dikir. Di hemû nîqaşê me de naveroka fikrandinên heval Bêrîtan hemû li ser bersiva pirsên em wek jinê kurd û jinên ciwan ji esareta Rêber Apo re çawa dikarin bibin bersiv bûn. Lê ser esasê xwe pêşxistinê her tim ev pirs ji xwe dikirin. Gelo ez ê çawa ji jiyanê, ji rêhevaltiyê, ji pirsgirêka re bibim bersiv. Li gorî van lêkolîna û asta xwe pêşxistinê bi zindîbûnek asta herî dawî û coşek mezin tevlî her karî dibû.
Em demek dirêj bi hevdûre man. Di hemû daxwaz û gotinên xwe de xwesteka xwe ya çûyina bakur danî ziman. Di got; lazim e ez herim wir ji bo zêdetir karibim berpirsiyartiyê xwe pêk bînim. Di çavên wê de bi xwe ev yek gelek diyar bû. Dema mirov li çavên wê dinêrî, ev xwestekên wêy herî mezin dihat dîtin. Piştî demekê bû berpirsiyarê manga me. Di dema pêwirdariya xwe de bi zanebûna berpirsiyariya xwe ya giran hewildanê rakirina vî karê giran bû. Ji ber temenê wê gelek biçûk bû. Rexmî vê rastiyê di xwest ku hevala li gorî bersivdana pêvajoyê bide amadekirin. Bi taybet fikrandin û asta pêşketinê ya zanebûna zayendî ji bo esas digirt. Çawa dikare di asta pêwendiyek rast û zanistiyek rast de nakokiya zayendî bide veguhartin û di aliyê jin de kêmasiyê tên jiyan kirin çawa derbas bike bû. Ti carî ne dixwest hevalên derdora wê nebikêf û bê moral bin.
Her tim nîqaşê heval Bêrîtan bi derdora wê re germahiyek dida çêkirin û moralekî mezin dida derdora xwe. Terzê wê rêvebiriyê heval û derdor bi jiyanê hîn zêdetir dida girêdan. Bi rêgezên jiyanê ve gelek girêdayî bû. Ji rojbaşa sibê heta êvarê hemû jiyana xwe û yê hevalê xwe li gor pêlansaziyek mezin dida pêşxistin û tevlîbûna xwe bi hevalên dibin berpirsiyartiya xwe de dida birêvebirin. Me wê demê perwerde didît. Dema perwerde xelas dibû heval Bêrîtan hertim mijarên perwerdê di jiyanê de nîqaş dikir ku bizanibe heval çiqas jê girtine. Cardin di navbera de lêhûrînê Rêber Apo ji me re dixwend û li ser nîqaşên mezin didan vekirin. Mijarên dihatin nîqaş kirin di jiyanê de di şopand. Cardin girêdanekî heval Bêrîtan mithîş bi dîsîplîna leşkerî ve hebû.
Dema me perwerda leşkerî ditît û em dihatin cihê xwe heval Bêrîtan cardin ew perwerde bi me re dida dûbarekirin. Ji ber di perwerdê giştî de hevalê xort bi hêza xwe zû pêktanîn. Lê ji bo em jî di demekî kin de bikaribin wan perwerdê leşkerî fêr bibin me gelek cara bi serê xwe dûbare dikir û bi rastî jî encamên mezin dihatin girtin. Di jiyanê de ti carî wextê xwe vala derbas nedikir. Dema 5 deqe wextekî vala hebûna me dinêrî nivîsek aniye û dipirse ‘hevalno ka em vê nivîsê bixwînin ka çiye? Li gor vê hertim li ser esasê ezmûnê jiyanê hertim jiyana xwe û wexta xwe dadigirt. Heval Bêrîtan di dilê hemû hevala de cihekî mezin girt. Bawer dikim heta ez hebim tiştê min ji heval Bêrîtan girtin û pêşketina di kesayeta min de da çêkirin tu caran jibîr nakim.