QAMIŞLO – Pîrozbahiyên ku ji serê Adarê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê têne organîzekirin, li gelek herêman bi coş û moralek mezin berdewam dikin.
Îro jî di bin pêşengiya Kongra Star de şahiyek li bajarokê Himo yê bajarê Qamishlo ya Bakur û Rojhilata Sûriyê hate li dar xistin. Jinên ciwan bi kincên xwe yên herêmî herikîn pîrozbahiyê. Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şervanên jin ên şehîd li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin. Her wiha pankarta “Têkoşîna me mîsogeriya şoreşa jinan e” hate daliqandin.
Pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftin û silavên endamên Kongreyê yên bi Erebî, Kurdî û Suryanî dewam kir. Di pîrozbahiyê de peyamên siyasî, leşkerî û civakî hatin dayîn. Li ser navê Kongra Star Remziye Mihemed, li ser navê Meclîsa Jinên Sûrî Necla Temî, Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nesrîn Abdullah û li ser navê Yekîtiya Jinên Suryanî Meryana Îsa axaftin kirin.
Her wiha Ajansa Me Nûçe Ciwan jî mîkrofona xwe dirêjê jinên ciwan kir.
Jina ciwan ya ku bi navê Ferîde Nehsen wiha got:
“Navê min Ferîde Nehsen’e. Ez endama Kordînasyona Jinên Ciwan a Bakûrê Rojhilatê Surî me. Ez di serî de vê rojê ji bo Serok Apo’yê ku xeta Azadiyê ji bo me ava kir û pêşiya me ronî kir, ji bo şehîdên doza Azadiyê û hemû jinên kedkar ên li dijî sîstemê derketine û ev roj ji bo me buye rojeke cihanî pîroz dikim.
8’ê adarê roja bilindkirina tekoşîna jinê ye û redkirina pergala desthilatdar ya kul i ser jin hatiye meşandine. Ne tene 8’ê Adarê, ji bo me her kêlî roja tekoşîna jin e. Em din av tekoşînekî pir mezin de ne. Pêşengtiya şoreşa Rojava jinan kir. Em jî di xeta Şehîd Sara, Avesta, Barîn û tevahiya jinên şoreşger de soza tekoşînê bilindkirinê didin.“