DIRBÊSİYÊ – Jinên ciwan ên navçeya Dirbêsiyê bi armanca pêşwazîkirina 8’ê Adarê meşek li dar xist.
Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana jin hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîdan rawestiya û veguherî mîtîngê.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Cûdî Mîrzo daxwyaniyek li ser navê jinên ciwan xwend, di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Jinên Kurd ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak, xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin kirin û mohra wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.”