HELEB – 8’ê Adarê roja jinên kedkar ji her aliyê welat bi coşeke mezin tê pêşwazî kirin.
Ev coş bi herî şênber qada şoreşê ya Rojavayê welat de dixuyê. Îsal jin û jinên ciwan destpêka meha Adarê vir vê ji bo 8’ê Adarê ketin tevgerê.
Îro jî li Şêxmeqsûda Helebê bi boneya 8’ê adarê, jinên ciwan li Pakrewangeha Şehîdan saet di 5:00’an de wêneyên şehîdan raxistin û mûm pêxistin.
Hemû saziyên herêmê tevlî vê merasîma ku di pêşengtiya jinên ciwan de hat pêkanîn tevlî bûn.