ŞENGAL – Çalakiya Rûmetê ya Şengaliyan a li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê 99 roj li pey xwe hiştin.
Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedane. Çalakî 99 roj in bi biryardarî berdewam dike.
Rojane welatî serdana kon dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Herwiha Şengalî diyar dikin ku heta daxwaza wan bi cih neyê wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.