LAVRIO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Yewnanîstanê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya bidorveger a ji 8 kesan pêk tê û 5 rojanberdewam dike, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrio, Yewnanîstanê, di 4’ê Çilê de destpê kirîbû.
Greva birçîbûnê ya ku ji hêla koma 13. ve hate radestkirin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dû re koma 14. bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” çalakî dewr girt. Bi desteserkirina koma 14. re, greva birçîbûnê di roja 66. de bi coş û moralek mezin berdewam dike.
Remzi Muş li ser navê koma 14’an daxuyaniyek da û ev tişt got:
“Em soz didin ku heya ku berxwedan di zindanan de berdewam bike, berxwedana me dê heya dawî li vir bidome, û wekî ku Rêberê Gelê Kurd got, em ê vê têkoşînê bi rihê ciwaniyê bigihînin serkeftinê.”
Di dawiyê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin qîrîn.