NAVENDAN NÛÇEYAN –
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Rûstem Cûdî-Şehîd Sozdar Aslan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin û diyar kirin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fizîkî ve jî azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Di daxuyaniyê de derheqê çalakiyên ku hatine kirin agahî hatin parvekirin.
IZMÎR
Derheqê çalakiyên li Izmîrê hate gotin 3’yê Adarê li Konakê 4 atolyayên faşîstên AKP-MHP’yî, li Bornovayê jî stesyoneke qemyonan, 6’ê Adarê li Torbali maleke fihûşê hatine şewitandin.
ÊLIH
Yekîneya Tolhildanê çalakiyên ku li Êlihê hatine kirin par ve kir, ragihand ku 3’yê Adarê li taxa Hizûrê ya li dijî wesayitên Ranger ên polîsên Tirk bi çekên şexsî çalakî hatiye kirin, di encama çalakiyê de dagirkerek birîndar bûye, polîsên ku tax dorpêç kirine 7’ê Adarê li dehma parkê dîsa bûne hedefa wan, 5’ê Adarê li taxa Hîlalê li dijî kesên madeyên hişbir difiroşin bi bombeyên bi destçan çêkirî çaklakî hatiye kirin, firoşkerek hatiye cezakirin, li taxa Bazarê li dijî polîsên li ber dibistana îmam xatîbê bi bombeyên destan çêkirî çalakî hatiye kirin, her wiha li taxa Beşevler trafoyek hatiye şewitandin, li fetoneka rê ya Beşîrî jî hevkarekî dewleta Tirk hatiye cezakirin.
AMED, WAN, SÊRT
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Rûstem Cûdî-Şehîd Sozdar Aslan derheqê çalakiyên li Amed, Wan, Sêrtê jî agahî dan.
Li gorî vê 7’ê Adarê li Farqînê ya Amedê Sertac Oztruk û du kesên din ku madeyên hişbiri difiroşin hatine cezakirin, 21’ê Sibatê li Payizava a Wanê cerdevanek, 5’ê Adarê li Artemêtanê nokerek û li navçeya Rêya Hevrîşîm a Wanê jî noker hatiye cezakirin û 2’yê Adarê jî li Sêrtê du noker hatine cezakirin.
KONYA, KAYSERÎ, BALIKESÎR, MANÎSA
Bi berdewamî hate diyarkirin ku yekîneyên wan 2’yê Adarê li Konya Karatayê du mekîneyên rê, 4’ê Adarê li Kayserî Kocasînanê markêta faşîstekî AKP-MHP’yî û her wiha 3 wesayitên faşîstên AKP-MHP’î hatine şewitandin, 5’ê Adarê li Balikeserê depoyeke Lengergehê, 8’ê Adarê li Manîsa Salihlî jî kargeh û du wesayitên faşîstên Tirk ên AKP-MHP’yî hatine şewitandin.
STENBOL
Yekîneyan derheqê çalakiyên li Stenbolê jî agahî dan.
Li gorî daxuyaniyê 2’yê Adarê li tekstîla faşîstan a li Gazîosmanpaşa Barbaros Hayrettîn Paşa hatine şewitandin, 4’ê Adarê li Kuçukoyê 2 kargehên faşîst ên li sîteya sinayiyê hatine şewitandin, 7’ê Adarê li Bayrampaşa 2 wesayit, li Eyûpê kargehek hatiye şewitandin, 8’ê Adarê li Kagithanê kesekî noker hatiye cezakirin.
Yekîneyên Tolhildanê her wiha ragihandin ku li taxa Gazî û Okmeydanî hin kesên ku dibêjin partîyî ne û karê madeyên hişbir dikiin hatine tespîtkirin, dengê xwe li wan kirine ku dev ji wî karî neqerin wê werin cezakirin.