MARSÎLYA – Li ser îhtîmala êrişkirina dewleta Iraqê ya li ser Şengalê TCŞ’ê doh şev meşeke protestoyê pêk anî.
Ciwanên ku piştî li hevkirina hikûmeta Iraqê KDP û ya li dijî îradeya xwerêveberiyê ya gelê Sengal û daxuyaniya hikûmeta Bexdayê ya der barê Hêzên Ewlekariya Giştî ya Şengalê de hev kirin, li meydana Belle de Mai de kom bûn.
Di meşa ku bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK-ê hate organîzekirin de, ciwanan timûtim bê navber siloganên bi Kurdî û Fransî, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok APO” û “Liberte pour Ocalan” avêtin.
Ciwanên ku dem bi dem meşale jî vêxistin, dema ku hatin DGM li vir daxuyaniyek kurt dan.
Çalakiya ku di çarçoveya tevgera “Tecrîd, Dagirkerî û Faşîzmê re dawî – Bi Hev Re Serhildan” re hat tertîpkirin piştî saetekê di saet 20’an de bi dawî bû.