ŞENGAL – Seytereyên Artêşa Iraqê yên li Şengalê, destûr nadin gel ji gund û navçeyan derbasê navenda bajarê Şengalê bibin û li dijî peymana Bexda-Hewlêrê û tehdîtên li ser Eezîdiyan bimeşin. Tevî hevdîtinên rêveberiya Şengalê jî heya niha astengiya li pêş gel ranekirine. Lê gel hem li navenda bajêr kom bûne hem jî yên li seytereyan hatine sekinandin bi israrin derbas bibin. Rewşeke aloz li Şengalê serwer e.
Hikûmeta Federal a Iraqê li ser zextên Tirkiye û PDK’ê careke din, gef li Şengalê xwar û ragihand, divê hêzên parastina Şengalê di nava 24 saetan de ji Şengalê derkevin. Piştî vêya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) duh bi awayeke awarte civiyabû û biryara lidarxistina meşeke girseyî li navenda Şengalê dabû.
Diviyabû îro meş bi beşdariya hemû Eezîdiyên Şengalê di saet 09.00’an de li navenda Şengalê pêkbihata, lê gel li seyterên Iraqê hatine sekinandin û destûr nayê dayîn derbasê nava bajêr bibin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrên me ji herêmê dane, niha gelek wesayît ji gund û navçeyên Şengalê ketine rê, dixwazin bikevin navenda bajêr lê seytereya artêşa Iraqê ya Tilizêrê wan dane sekinandin. Niha rêveberiya xweser û nûnerên gel hewl didin bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û bikevin navenda bajêr û tevlî meşê bibin.
Li gorî agahiyan tevî astengiyan jî xelk li navenda bajêr jî kombûne û dixwazin bimeşin. Lê meş hîn destpênekiriye.
Çavkanî: ROJNEWS