NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Dewleta Tirk her ku di şerê li dijî PKK’ê de dikeve tengasiyê, qala danîna çekan dike. Vê yekê jî bi nivîskar û rojnamevanên xwe dide gotin. Herî dawî jî di tekçûna Artêşa Tirk a li Garê de ev yek hat dîtin. Dewleta Tirk piştî ku li Garê eskerên xwe kuştin, dest bi reşkirina PKK’ê kir. Li şûna ku hesab bide, bela xwe li PKK’ê dixe. Gelek nivîskar û rojnamevanên li Tirkiyê li ser mijarê rexne li Dewleta Tirk kirin û şermezar kirin. Lê nivîskarê Tirkan ê bi nav û deng Hasan Cemal di wextekî wisa de banga danîna çekan li PKK’ê kir. Ev kesê ku em behsa wî dikin, ev zêdetirî 50 salan e ku rojnamevaniyê dike. Çend caran çûye çiyayên Kurdistanê, bi Rêber Apo, Mûrat Karayilan, fermandar û gerîlayên PKK’ê re jî hevdîtin kirine. Yanî têkoşîna çekdarî ya Kurdan ji nêz ve nas dike û li ser Kurdan pirtûk jî nivîsandiye. Her wiha di dema pêvajoya çareseriyê de ango sala 2013’an wexta ku gerîla ji bakurê Kurdistanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibûn, ew jî li wê derê bû. Welhasil kesekî ne nezan e û têra xwe heye. Jixwe, mesele jî di vir de ye. Çawa dibe ku Hasan Cemal di pêvajoyeke wiha de gava Dewleta Tirk eskerên xwe dikuje, bangê li PKK’ê dike.
Dema ku Hasan Cemal ev bang dikir, li Tirkiyê jî girtina HDP’ê ket rojevê. Yanî riya girtina siyasetê li Kurdan. Eger Dewleta Tirk riya siyasetê li Kurdan vekiriba ma hewce bi têkoşîna çekdarî hebû gelo? Ez jî vê pirsê ji Hasan Cemal dikim. Îro em dibînin ku siyasetvan, şaredar û parlementerên Kurdan di girtîgehê de ne. Ma Selahattîn Demîrtaş ji ber têkoşîna çekdarî ket girtîgehê? Dewleteke ku Kurdên bê çek têxe girtîgehê û dehê salan tê de bihêle, yên çek di destê wan de hebin wê çi bîne serê wan? Beriya niha çend caran li ser banga Rêber Apo hinek komên gerîla çekên xwe danîn, lê di encamê de hatin girtin. Çend mînakên li ser mijarê hene û gelek kes jî bi wan pêvajoyan dizanin. Yanî hewce nake em qala wan pêvajoyan bikin. Ji ber ku bi rastî jî êdî dema çekdanînê qediya.
Îro Rojhilata Navîn dikele. Ji sala 2014’an û pê ve, ev yek derket asta herî jor. Bi derketina DAIŞ’ê re li Şengal, Mexmûr û Kobanê me dît ka çi anîn serê Kurdan. Eger li Şengalê hêza çekdarî hebûya ma DAIŞ’ê dikarîbû têkeve wê derê. Ji ber ku dît hêza eskerî tineye, berê xwe da wê derê. Bi dehan bajar, navçe û gundên Kurdan bi vî rengî ketin bin dagirkeriya çeteyan. Eger ne ji PKK’ê bûya îro DAIŞ’ê wê Iraq û Sûrî xistiba dagir kiribûna û dewlet ava kiribûya. Her wiha, welatên Ewrûpa û Emerîkayê wê bibûna gola xwînê. Tam jî di wexteke wisa de me fêm kir ka bê hêza çekdarî çi qasî lazim e. Ev hêza eskerî ya PKK’ê îro temînata Kurdan e. Ji ber ku PKK heye Kurd dikarin rehet nefesê bigrin. Tevgereke ku heyfa ewqas komkujî û talana li dijî Kurdan hilîne heye û ew jî PKK ye. Eger ne ji hêza çekdarî bûya, dinyayê qala General û şervanên Kurdan nedikir.
Herî dawî jî mînakekê bidim. Beriya bi çend salan 4 siyasetvanên Kurd ji Amedê diçin serdana Mam Celal Talabanî û yek ji wan dibêje, êdî dema sîlehê qediyaye û têkeve navberê ji bo ku PKK dev ji sîlehan berde. Ew dibêje, niha em li meclisa Tirkiyê hene û şaredariyên me jî hene û wexta wê ye ku em siyasetê bikin. Mam Celal jî dibêje, ez serokomarê Iraqê me û ji sedî 90 budçeya me ji sîlehê re ye. Eger li devereke wekî Rojhilata Navîn hêza te ya çekdarî tinebe kes hesabê te nake. Mam Celal tîne ziman, eger PKK dev ji sîlehan berde jî divê hun nehêlin. Di dawiya axaftina xwe de jî Mam Celal sê diyariyan tîne û dide siyasetvanan. Dema ku li diyariyên xwe dinihêrin, dibînin ku sîleh in. Mam Celal diyariyê nade wî siyasetvanê ku dibêje dema sîlehan qediyaye. Ew jî dibêje çima te neda min. Mam Celal bersivê dide û dibêje, ma ne tu li dijî sîlehê yî.
Em jî ji Hasan Cemal re dibêjin, em ne berxên ber kêrê ne û êdî dema çekdanînê qediya. Eger PKK sîlehan deyne wê kî Kurdan biparêze? Îro nasname, ziman û statuya Kurdan nayê naskirin. Dewleta Tirk ji bo qira Kurdan bîne bi şev û roj nasekine. Eger bangek ji bo danîna çekan bê kirin, divê li dewleta çete bê kirin. Ew dewleta ku her roj komkujiyan dike. Ji ber ku PKK wan sîlehan ji bo kuştinê bi kar naîne. Ew sîleh ji bo parastinê ne.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA