NAVENDA NÛÇEYAN –
Kendal CÛDÎ nivîsand
Van deman dîsa mijara bi destê dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava Firatê, ketiye rojevê. Her çiqasî qutkirina avê aliyê xwe yê aborî û jiyanî hebe jî, lê dewleta Tirk wekî rêbazekê di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Bê şik û guman, qutbûn an jî kêmbûna avên Firat û Dîcle ku çavkaniyên wan her duyan Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ne, ji aliyê sîstemên ku li Tirkiyê hikum kirine ve, kûrahiyeke xwe ya dîrokî û jeo-siyasî heye.
Heger mirov li qutkirina avê tenê di çend salên dawî de binihêre, bê ku li paşxaneya wê ya dîrokî vegere, wê di analîzkirina rast a rewşa herêmê û şerê heyî de şaşiyan bike.
Baş e, gelo kengî mijara çemên Firat û Dîcle kete rojeva herêmê? Pêwîst e mirov hinekî li rûpelên dîrokê vegere, wê demê wê sedemên sereke yên ku hiştin dewleta Tirk keysbaziyê li ava Dîcle û Firatê bike, zanibe.
Bi ragihandina projeya GAP´ê ji aliyê dewleta Tirk ve di salên 70-80`yî de, li ser çemên Firat û Dîcleyê, aloziya avê di navbera Tirkiyê ji aliyekî ve û Sûriye û Iraqê li aliyê din derket holê û hîna didome. Hedefa dewleta Tirk ew bû ku 13 projeyên çandinî û aboriyê, di nav de avakirina 22 bendavan li ser çemên Firatê û Dîcleyê, ava bike.
Niha em bi hûrgilî behsa projeya “GAP”ê û armanca sereke ya dewleta Tirk û dewletên li pey vê projeyê nakin û hedefa sereke dîsa Kurd bûn. Piştî ku dewleta Tirk li ser her du çeman dest bi projeya xwe kir û av li ser Sûriyê û Iraqê kêm kir, ev yek bû sedema nerazîbûna Sûriyê û Iraqê. Bi ragihandina Tevgera Azadiyê re û derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê û dema ku doza Kurdan bû dozeke ku li ser were nîqaşkirin, careke din dewleta Tirk ava Firatê wekî rêbazeke qirêj li dijî Sûriyê bi kar anî.
Çavdêr dibêjin, her dema ku dewleta Tirk dixwest li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê tewîzan ji hikûmeta Sûriyê bixwaze, mijara qutkirin yan kêmkirina ava Firatê vedikir.
Tevî lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê ya sala 1987`an de ku di saniyeyekê de wê Tirkiyê bihêle ku 500 m3 ava Firatê biherike aliyê Sûriyê, serokê hikûmeta Tirkiyê Silêman Demirel ê wê demê di civîna çapemeniyê ya Tîrmeha 1992`an de got, “Çemên Firat û Dîcle ji mafê Tirkiyê ye û ti mafên Sûriyê û Iraqê di wan de tine ye.” Bi vê helwêstê, dewleta Tirk armanc û niyeta xwe ya sereke ji bo dijminahiya herêmê bi giştî û nexasim Kurdan û şantajkirina li Sûriyê û Iraqê eşkere kir.
Bi destpêkirina “Buhara Gelan” di sala 2010`an de li herêma Rojhilata Navîn, êdî dewleta Tirk ev buhar wekî derfetekê ji bo pêkanîna Mîsaqî Millî û vejandina xewna Osmaniyên nû bi kar anî.
Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk beşeke mezin a axa Sûriyê dagir kir. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfireh kir. Her wiha dest werda Lîbyayê û Qefqasyayê û ji bo projeya xwe ya bi navê “Welatê Şîn” pêk bîne, li Deryaya Spî dest bi lêkolîna li gaz û petrolê kir.
Lê li kêleka van şeran û siyaseta dagirkirinê, dewleta Tirk careke din qutkirina çemên Firat û Dîcle ji sala 2010`an û heta 2021`an ve, wekî rêbazeke dîzaynkirina herêmê û misogerkirina hebûna dagirkeriya xwe, bi kar tîne. Lewra dosyaya ava Dîcle û Firatê, ji alavên dewleta Tirk a pêkanîna Mîsaqî Millî û qirkirina Kurdan e.
Li gorî çavdêran, av wê bihêle ku dewleta Tirk bibe hêzeke mezin li Rojhilata Navîn yan jî wê bibe sedema şerekî mezin ê li herêmê. Dîmenên van rojan ji çemê Firatê tên, diyar dikin ku av gelekî kêm bûye. Dewleta Tirk rêjeya herikîna ava Firatê gelekî kêm kiriye û di saniyeyekê de ava diherike nagihîje 200 m3. Rêveberiya Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Firatê bi daxuyaniyekê ev rêje eşkere kiribû. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze 9 milyon kesên li ser her du peravên çemê Firatê bê av bihêle. Bi vî awayî şerekî birçîkirinê li dijî gelê Sûriyê dike, ji ber ku ew dizane gelê Sûriyê yê li ser her du perevanên Firatê, rûbareke mezin ji erdên xwe bi ava Firatê av dide.
Li Iraqê jî, dewleta Tirk dixwaze heman armancê pêk bîne û li hemberî berdana ava Firatê û Dicle, dixwaze tawîzan ji bo statûya Başûrê Kurdistanê, Şengal, Mûsil, Kerkûkê û şerê li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bîne.
Lê gelo piştî ku Erdogan Tirkiye xistiye çiraveke aborî ya mezin û dorpêçeke Erebî, herêmî û cîhanî, wê bi rihetî karibe avê dîsa wekî amûreke şantajê bi kar bîne, nexasim bi destpêkirina pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û dewletên Ereban de?
YENÎ ÖZGÜR POLİTİKA