LAVRIO – Di 12’ê Adara 2016’an de, bi minasebeta salvegera şehadeta Çehîd Çiyager Hêvî, fermandarê mezin ê Amed Sûrê, gelek bîranîn, daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin.
Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan de li kampa Lavrio ya Yewnanîstanê bîranînek hate lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê jî di qendîlên wan de hatin pêxistin. Di bîranînê de helbest ji hêla endamên Tevgera Jinên Ciwan ve hatin xwendin.
Ciwan û jinên ciwan diyar kirin ku ew ê ala ku ji destê kesên di berxwedana xweseriyê de şehîd bûne danexînin.