ŞENGAL – Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 101’an de berdewam dike. Îro jî bi sedan kesan serdana çadıra berxwedanê kir û diyar kirin ku heta daxwazên wan tên bicîhanîn, dê çalakiya xwe bidomînin.
Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlêrê di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 101’an de didome.
Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin, her roj bi komek nû tê domandin. Her wiha bi sedan kes serdana çadıra berxwedanê dikin û destek didin.
Îro jî gelek kesan kom bi kom serdana çadıra berxwedanê kirin û helwesta xwe nîşan da.
Endama Partiya Azadiya û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Fehîma Silêman bibîr xist ku ev 101 roje li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê de hatibû îmzekirin berxwedanek heye û wiha got: “Em ji bo îradeya xwe di nava çakalekiyan de ne. Ev çend care em diçin Bexdayê, lê dewleta Iraqê her carê dixwaze me mijûl bike.”
Silêman da zanîn têkoşîna ji bo maf û xaka welat şerefek e û wiha dom kir: “Miletên xwedî xîret dema ku ji bo welatê xwe tiştek kirin, ew şerefe û xîrata herî mezin e. Ger bi me dayîka mabe, em carek din nehêlîn destê xayînan li ser axa Şengalê dirêj bibe.”