NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku di 13’ê Adarê de li navçeya Kagithane ya Stenbolê li dijî kiraatxaneya faşîstan bi bombeyên bi destan hatine çêkirin, çalakiyek kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hêzên faşîst li hemberî derbên xurt ên hêzên me roj bi roj darbeyan dixwin. Çalakiyên hêzên me yên li dijî çeteyên faşîzma AKP û MHP’ê roj bi roj zêde dibe.
HBDH di sala 5’an de şerê şoreşa yekgirtî geş dike û ji aliyê din ve jî dijmin tirsa xwe ya windakirina serweriya xwe mezin dike. Dijmin ji şoreşa yekgirtî û HBDH’ê ditirse. Wê şoreşa yekgirtî desthilatdariya wan hilweşîne. “