HELEB/ŞÊXMEQSÛD – Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Helebê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî peymana li ser Şengalê da. Daxuyaniya ciwanan ji aliyê Pêrwîn Qehwê hate xwendin.
Befirehiya daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Helebê wiha ye:
“Gelê Êzidî bi hezaran sale bi çandê xwe, xwe li ser axa xwe parastine. Ev çand jî koka rast a Gelê Kurd û Rojhilata Navîn îfade dike. Hêzên dagirker jî her tim xwestine vê çandê tune bikin. Di çarçoveya qirkirina fîzîkî û çandî de civaka Êzidî rastî 74 fermanan hate. Lê ruxmî van fermana jî civaka Êzidî her tim hebûna xwe parastiye, ev jî zengînî û dîrokîbûna vê çandê dide nîşan. Herî dawî jî di sala 2014’an de carak din rastî qirkirine hatin. Ev qirkirin jî hema jixwe û tesadûf nebû, modernîteya kapîtalîzmê di şerê sêyem ê cîhanê de xwest çanda herî kevnar û civaka Êzidî bixe hedef û tune bike. Ger vê çandê tune bikira wê pirr bi awayekî hesanî dikarî zêdetir dagirkerî û haqimyet a xwe pêş bixista. Di wê demê de pêşmerge yên PDK qaşo parastina Şengalê dikirin di nava çend saetan de çekên xwe avêtin û civaka Êzidî bêparastin hiştin. Ev jî bû sedema qirkirina hezaran ji gelê Êzidî. Bi taybet hezaran jin û jinên ciwan yên Êzidî hatin tecawîz kirin û di bazaran de hatin firotin. Ger di wê demê de hêzên Gerîla ku bun şopdarê Derwêşê Evdi li pêşî çete yên hov yê DAIŞ negirtiban wê ferman hîn mezintir biba. Piştî vê fermanê jî gelê Êzidî jî li ser çiyayê şengalê dev ji berxwedaniya xwe bernedan û li ser paradîgma ya Rêber APO xwe perwerde kirin û di çarçoveya parastina rewa de hêzên xwe ya parastinê ava kirin. Niha jî gelê Êzidî xwedî hêza parastin û Rêveberiya Xwesere in. Lê hêzên dagirker û hêla îxanetê dev ji dek û dolaban li ser gelê Êzidî bernadin û dixazin fermanekî din bi ser gelê Êzidî û statuya Şengalê bînin. Lê vê carê gelê Êzidî li ser piyaye û berxwe dide. Êdî xwe naskiriye û xwe bi rêxistin kiriye kompolo çidibe bila bibe wê bi bexwedaniya civaka Êzidî hilweşe.
Em jî wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Helebê berxwedanî ya civaka Êzidî silav dikin. Van êrîşan ku bi pêşengtiya malbata îxanetkar û faşîzma tirk û dewleta Îraqê pêş dikeve şermezar dikin. Em li kêleka ciwanên êzîdî û gelê Êzidî ne û destê me di destê wan deye û tekane rê berxwedanî ye û tenê ev rê teqez serkeftinê misoger dike.”
(Hemrin Heleb)