QAMIŞLO – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan dê 15’ê Adarê (îro) saet 12:00 Wargeha Ciwanan vekin.
Li Qamişlo, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan dê bi bernameyek 6 rojî ya ku amade kirine ve yê Navenda Ciwanan vekin. Dê gelek lêkolîn û çalakî li Navenda Ciwanan, ku amadekariyên wê bi kedek mezin qediyane, werin meşandin. Li Navenda Ciwanan, ji voleybol, futbol, avjenî, gelek warên werzîşê, pirtûkxane û çalakiyên çand û hunerê, her celeb beşên aktîvîteyan a ciwanan hene.
Bernameya 6 rojan a ji bo Navenda Ciwanan, ku dê sibê were vekirin, jî hate eşkere kirin.
Bernameya ku ji roja yekem ve tê meşandin wiha ye;
Konsêr
Nîqaşên Azad
Şano
Munazara
Nîşandana fîlimê “Ji Bo Azadîyê”
Folklor û Cejna Newrozê