NAVENDA NÛÇEYAN –
Yeko ARDIL nivîsand
Hefteya bihurî li Rojhelata Navîn serdana Papa mohra xwe li rojevê xist.
Nûnerê dewleta olî ya Vatîkanê Papa Franciscus çû serdana Iraqê û dûvre jî li başûrê Kurdistanê bû mêvan. Helbet ev ne bûyereke ji rêzê bû, bileks dîrokî bû. Lewra cara yekem bû Papayekî serdana Rojhilata Navîn dikir û dihat payîn ku ev serdan bibe sedema hind rûdanan jî.
Wisa jî bû; ol û bawerî çi kêm çi zêde, carinan bûne mijara gelek nîqaşan û tîrên gumanan bi ser wan de barîne. Ji wan ya herî zêde li ser hatiye axaftin jî baweriya ola Mesîhî ye. Ev ola ku bi hêmanên weke “Bav Xwedê” nûnertiya desthelatiya baviksalariyê jî dike, piştî bûye ola dewletên serdest jî rasterast weke mertalê di destê rêveberan de hatiye bikaranîn.
Li ser vê babetê gelek lêkolînên zanistî û berhemên edebî hatine nivîsandin. Ya ku di demên nêz de û di mêjiyê dinê de maye jî romana bi navê Şîfreya Da Vinci ya Dann Brown e. Nivîskar di wê berhemê de behsa terîqetekê dike û wisa dide zanîn ku zûriyeta Mesîh jî heta niha dewam dike. Ango li gorî wî, Mesîh çawa tê îdîakirin bi tenê, bê malbat û wisa bi serê xwe jî neçû mirinê. Bileksê wê, ew jina ku di ola Mesîhî de bi qasî dayîk Meryem navdar e û navê wê jî Meryema Magdelanî ye, bi mesîh re zewicandî bûye. Helbet zarokên wan jî hebûn û ew nifş heta niha jî dewam dike. Pirtûk dema hate weşandin bi tundî bû armanca êrişên dêra Katolîk. Dêrê ew weke nihêrînên tewşomewşo û ne rast tawanbar kirin.
Niha heger mirov ji nifşên nû re behsa serdemeke ola Mesîhî bike û bibêje, di wê serdemê de zanist qedexe bû, hizra azad, nivîsandin, vegotin û lêkolînên zanyarî qedexe bûn, heta yên ew dikirin, bi mirinê dihatin cezakirin, û hin ji wan jî bi biryara dêrê û bi destê keşeyan dihatin şewitandin, bawer dikim, gelek ciwanên di bin bandora pergala welatên rojava de wê jê bawer nekin. Lê mixabin ew serdem qewimî û ev Rojhelata Navîn a ku niha weke deryaya xwînê lê hatiye jî di encama siyaseta wan a li ser herêmê de ye. Dîsa diyardeyeke din a divê mirov behsê bike jî nihêrîna fundementalîzmê ye. Gelek kes jî vê nêrînê rasterast bi ola Îslamê ve girê didin, Şer û qirkirinên ji aliyê rêxistin û dewletên Îslamî ve hatine kirin, weke îsbata vê nihêrînê jî pêşkêş dikin. Lê di rastiyê de ev hişmendî jî çavkaniya xwe ji terîqetên Mesîhî digire. Di filma Berbanga Îlonê ya Cristopher Cain de behsa komkujiya li dijî mezhebeke din a Mesîhî tê kirin, bi awayekî zelal û bi dîmenên sawdar hatiye veguhestin. Bi kinahî yên kêm zêde bi van agahiyan dizanîbûn û rastiya olî di bin tîrêjên zanistî de zelal kiribûn, dizanîbûn ku serdana Papa ji bo herêmê wê veneguhere mîladekê. Hela Kurdên ku di serê wan de wêneyê kiret yê Papa û Erdogan çikilandî, jixwe hakimên babetê bûn.
Lê ev serdan ji bo rêveberên Başûr weke mîladekê bû. Rêûresmên berfireh li dar xistin û xwe hilavêtine hewayê. Mixabin di encamê de Papa li dû xwe du babet hiştin; ya yekemîn mijara pûla bi wêneyê Papa û nexşeya Kurdistanê ya duyemîn jî êrişa li dijî Şingalê di hişê me de ma.
Li babeta pûlê weke dîmenekî hunerî û siyasî baş hatibû hizirkirin. Lê wisa xuya ye ku rêveberên Başûr zêde li ser encama wê ranewestiyabûn û hizra dostên xwe yên Tirk hîç nekiribûn. Di encamê de boxeyên Tirk êrişê rengê sor kirin: “Dinya baş bi me dizane, hela ya herî baş bi me dizane jî rêveberiya Basûr e!” û ew kişandin ber sêdara lêpirsînê. Bersiva rêveberên Malbata Barzanî dihat meraqkirin. Lê wan dîsa xwe lewitand. Ew mabû ku bêjin: “Pûl kemîneke PKK´ê ye û hîç têkiliya me pê re nîne.” Lê nekarîn wêna bêjin. Tawan û guneh avêtin ser hunermendan û hewla xwe jê rizgarkirinê dan. Ya rastî kes jî li benda bersiveke maqûl û dilêrî nebû, lê kul bi zimanî ketî, hinde jî çokdanîn û radestbûna dijminan li ku hatiye dîtin?
Vêca Papa yê dostê serdestan vegeriya û dijminan berê xwe da Şingalê. Çi tesadûf e, hey.
Niha Şingal bi fermaneke din re rûbirû ye, niha Şingal bi êrişa Iraq û KDP´ê ve carekê din ketiye devê gurên har. Dixwazin berhemê ku di encama xwîn, xwêdan û keda bi hezaran şoreşgeran de hatiye avakirin, ji holê rakin. De fermo Papa! Ka tu çi dibêjî?
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA