RIHA – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salih Kandal, li navçeya Akdenîzê ya Mersînê bi çalakiyekê berxwedana YPS/YPS-JIN û zindanan silav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “14’ê Adarê li taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mersînê, Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Salîh Kandal li Parka Ahmet Kaya çalakiyek kir. Di çalakiyê de ku berxwedana YPS’ê hate silavkirin, wêneyên Rêber Apo û alên KCK’ê li gelek cihan hatin daliqandin û propaganda li gel hate kirin. Yekîneya me piştre bi qîrîna dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana YPS’ê ji qada çalakiyê vekişiya.”