SILÊMANÎ – Şandeya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo helwesta li dijî dagirkeriyê û tekiliya ciwanên Rojava û başûrê Kurdistanê zindî bihêle hevdîtinên xwe destpê kirin. Şande di serdanên xwe de partiyên wek YNK û Partî Sewzî Kurdistan re runiştinan pêk anî.
Şandeya ku ji Ciwanên Rojavayê Kurdistanê pêk dihat bi Ciwanên nava partiyên Başûrê Kurdistanê hevditînan kir, da ku têkiliyên navbera wan zindîbuna xwe biparêze. Armancek din a hevditînan ew bu ku ciwan ji Yekitiya Netewî re pêşengtî bikin. Di wan hevditînan helwesta hevpar dijî êrîşên dagirkeriya tirk hate raber kirin.