NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 14’ê Adara 2021’an de saet di 18.00’an de li Taxa Ûgûr Mûmcû ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li dijî binesaziya kabloyên înterneta fîber çalakiyeke sabotajê hate kirin. Çalakî bi bombeyên bi destan hatine çêkirin, hate kirin. Piştî teqîneke mezin bi saetan înternet qut bû.
Ev şîrket nêzî bloka faşîst a AKP û MHP’ê ye, çavkaniyên gel û li ser navê ‘xizmet’ê milyon dolaran talan dike. Ev çalakî ji bo bîranîna Qetlîama Gaziyê hate kirin.
HBDH di sala 6’an a têkpşînê de di şexsê Delal Amed de li her derê faşîzmê dike hedef, pergala binesaziyê asê dike, tîne wê astê ku di warê teknîk û teknolojîk de nikaribe tiştekî bike. Em ji Garê heta Stenbolê teknolojiyê têk dibin.
Di çarçoveya pêngava me ya seferberiya şoreşger a ‘Em ê faşîzmê têk bibin, azadiyê bi dest bixin’ de wê sala 6’an a têkoşînê bibe serfiraziya têkoşîna yekgirtî ya li dijî Erdoganê faşîst û tifaqa wî.”