QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çavkaniyên xwe tecrîda girankirî digre û bang li hemû ciwanan kir da ku her qadê bike qada çalakî û serhildanan.
Li ser vê daxuyaniya TCŞ û YJC bi sedan Ciwanên Qamişlo daketin qadan. Ciwanên Qamişlo bi meşek gireyî nerazîbûn nîşanî îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dan. Ciwanan daxwaza hevditîna lezgîn a parêzeran bi Rêber APO re, da ku ev îdîayên hatin parvekirin werin zelalkirin.
Di meşa gireseyî de ciwanan dirûşmeyên wek ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ berzkirin.