LAVRIO – Li ser banga KCDK-E li Lavrio, Yewnanîstanê, Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinen Ciwan meşek girseyî ji bo Rêber Apo pêk anîn.
Di meşê de posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK hatin vekirin û gel bi çepik û zîlgît hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a faşîst anîn ziman. Di meşê de, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Nabe”, “Faşîst TC” û her wiha gelek dirûşmeyên bi Grekî hatin qîrîn.
Piştî meşa ku li qada Lavrio bi dawî bû, ji bo bîranîna şehîdên şoreşgerên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Li vir, li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya hate dayîn de, hate gotin ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd xetek sor bû û bû sedemek têkoşînê, û bang li dewleta Yewnanîstan û raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
Di daxuyaniyê de, ku hate bibîrxistin ku ji Rêber Apo agahî nîne, hate tekez kirin ku hemû saziyên navneteweyî, taybet hêzên ku bingeha komployê ava kirine û YE, ya ku dibêje ez avahiyek demokratîk im, berpirsiyar in her tiştê ku dê piştî vê demê pêş bikeve.
Di dawiyê de, “Piştî vê saetê, çalakiyên me dê mezin bibin heya ku em ji Rêber Apo nûçeyan bistînin û tecrîd neşikîne.” hat gotin.
Pişt re, gel bi dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” çalakî bi dawî kir.