Li ser îdaya derheqê tenduristiya Rêber Apo îro ciwan li seranserê Rojava daketin qadan. Piştê Îdaya li ser çapemeniya Tirkan hat belav kirin Ciwanên Rojava diyar kir ku Rêber Apo Xeta wan a sor e.
Ciwanên Şehbayê:
Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana garê em ê tecridê bişkinin” Îro li Şehbayê meşek li ser navê Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger hat çêkêrin.
Ev meş ji bo idiaya dewleta Tirk ji bo rewşa tendurustiya Rêber Apo ev meş li Fafinê hat li dar xistin û bi tevlêbûna tevahi saziyan û gelê li Şehbayê dijîn tevli meşê bûn û li ser navê ciwanê şoreşger Heval Reşîd Efrîn axivî.
Meş li goristana şehîdan yê zarokan de bi dawi bû û bi silogana “Bê Serok Jiyan nabe” ve
hat bi dawi kirin.
Ciwanên Helebê:
Bi dirûşmeya “Ji tecrîd û dagirekeriyê re bese, dem dema azadiyê ye” Tevgera Ciwanên şoreşger ê Sûrîye li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê Helebê ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo meşek organîze kir.
Bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî meşê bûn, her wiha nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxê jî tevlî meşê bûn.
Gel li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger Taxa Şêx Meqsûd kom bûn, wêneyên Rêber Apo hilgirtin, û ber bi Qada Şehîd Gelhat ve çûn, bê navber diruşmeyên silavkirina Rêber Ocalan avêtin.
Li gel Qada Ş.Gelhat meş sekinî, li wir li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger Xemgîn Heleb axivî, Xemgîn li ser tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li ser Serok Ocalan ferz kiriye axivî û bal kişand ser pêşî lê girtina malbata wî û parêzerê wî ji seredana wî.
Di dawî de tekez kir ku ew ê dudilî nebin ku çalakiyan pêk bînin heke wan nûçeyên di derheqê Rêber de nebihîstin, ewê hertin dinav çalakiyan de bin û ciwanan bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin.