NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê li ser Îdayên rewşa tenduristî ya Rêber Apo, li goristana şehîdan daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên ciwanan li derdora agir kom bûn û wêneyên Rêberê Gelan girtin destê xwe ve ji aliyê endama Ciwanan ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em wekî ciwan, eşkere dikin ku agahdariya li ser medyaya dewleta Tirk a faşîst hatî weşandin divê demildest were zelal kirin. Em hebûna xwe bi hebûna Serok Apo de dibînin. Ji ber vê yekê, divê demek nêz de ev tecrîd were şikandin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo, were misoger kirin.”
Daxuyanî tekez kir: Ji bilî vê her qad wê bibe qada çalakî û serhildanan û di her rewşeke cuda de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê berpirsyar in.