STUTTGART –
Li bajarê Stûttgartê jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJin mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeya “Serok Apo” hate qêrîn.
Di çalakiyê de peyama “Çalakiyên me wê heya azadiya Rêber Apo bidome” hate dayîn.
HERFORD –
Li bajarê Herfordê jî li ser banga TCŞ, KCDK-E û TJK-E’yê bi armanca pêkanîna hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistanî di saet 18:30’an de li Herford Banhofê hatin gel hev û mîtîngek lidarxistin. Di mîtîngê de KCDK-E’yê daxuyaniya çapemeniyê da.
Li ser navê TCŞ’ê Serhat Ciwan û Kedkar Êzidî axafivîn.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bê Ocalan emê cîhanê li ser serê we hilweşînin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hate gotin ku heya agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê standin ew ê li qadan bin.
VİLLİERS LE BEL – Aktîvîstên TCŞ’ê û Kurdistanî ji ber gumanên li ser tenduristiya Rêberê Gelan, li taxa Villiers Le Bel a Parîsê, paytexta Fransa, û meş û mitîngek ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk anîn.
Çalakvanan diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe heta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan bidomînin, çalakgeran bang li her kesê kirin ku li qadan bin û heta ku tecrîd bê şikandin bibin dengê Rêber Ocalan. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.