ŞENGAL – Ciwanên Şengalê li ser belavbûna îdiayên derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de daxuyaniyek dan. Ciwanan gotin, “Wek ciwanên Êzidî û gelê Êzidî em ê ji bo Rêber Apo heta dawiyê di nava çalakiyan de bin.”
Ciwanên Şengalê li ser belavbûna îdiayên derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li ber konê berxwedaniyê yê li Şengalê kombûn û daxuyaniyek dan.
Di çalakiyê de Endamê Saziya Ciwanên Şengalê Sebah Mirze axivî û da zanîn 22 sal in Rêber Apo di nava girtîgehê de dibin şert û mercên giran de li ber xwe dide. Sebah got; “Wek ciwanên Êzidî û gelê Êzidî em ê ji bo Rêber Apo heta dawiyê di nava çalakiyan de bin, heta ku em agahiyek li ser tendirustiya Rêber Apo digrin wê çalakiyên me bidomin. Ji berku di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de tenê Rêber Apo û şervanên wî li gelê Êzidî xwedî derketin û gelê me ji qirkirinek mezin rizgarkirin.”
Piştre Endama Saziya Ciwanên Şengalê Cihan Hazim axivî û wê jî diyarkir wek civaka Êzidî ew ji ber îdiayên li ser jiyan û tendirustiya Rêber Apo bi fikarin. Cihan got; “Wek civaka Êzidî heta dawiyê em ê li pey fikir û felsefa Rêber Apo bin. Em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku ji bo Rêber Apo dakevin qadan, heta ku agahiyek ji Rêber Apo were girtin.”
Di dawiyê de jî ciwanan dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok” gotin.