Reqa – Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Reqayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helepçeyê, li Hola Al-Taj, ya başûrê bajarê Reqayê, semînerek li dar xistin.
Semîner bi amadebûna bi dehan ciwan û ijnên Ciwan ên Reqqa û gundewarê wê hate li dar xistin. Destpêkê ji bo giyanên şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre behsa komkujiyên ku bi ser Kurd de hat kirin.
Her wiha behsa qirkirina ku bi serê êzîdiyan bi destê rêxistina terorîst DAIŞ hat kirin, û qirkirina faşîzma Tirk li dijî gelê Bajarê Efrînê hatenîqaş kirin.
Piştre li ser komkujiya Helebçeyê sînevizyon hate temaşe kirin.