MERDÎN – Komek ciwanan li navçeya Qoser a Mêrdînê yekem agirê Newrozê yê salê vêxist. Ciwanên ku êvarê li Taxa Medya kom bûn, bê navber diruşme berz kirin û li dora agirê ku pêxistî govend gerandin, û zîlgît gotin. Ciwanên ku demekê li dora agir govend gerandin, piştî avêtina fîşekên agir pîrozbahiyên xwe bi dawî kirin.
Piştî ku ciwan şahiya xwe bi dawî kirin, hate hînbûn ku tîmên polîsa çûne taxê.