BERLÎN – Ciwan danê êvarê li îstasyona trenê ya navendî ya Berlînê li hev civiyan û çalakiya bêîtaatiya sivîl kirin.
Civîn piştî daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û KCDK-E, ciwanan destnîşan kirin ku pêwîst e şert û mercên tecrîdê yên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de werin rakirin û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
Di çalakiyê de timûtim dirûşmên “Be Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok APO” û “Es lebe calan” hatin qîrîn. Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.