WAN – Ciwanên Welatparêz li Taxa Seyrantepe ya Wanê Newroz pîroz kirin.
Ciwanên ku li navçeya Seyrantepe ya Wanê hatin gel hev bi govend û dirûşmeyan ve Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Ciwan Abdullah Ocalan di girtîgehan de hatî destpê kirin jî hate silav kirin.
Ciwanan pîrozbahî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindana”, “Bijî Serok Apo” û fîşekên Hewayî bi dawî kirin.