TEBQA – Yekitiya Jinên Cİwan ên Tebqayê derbarê nûçeyên li ser Rêberê Gelan daxuyaniyek dan.
Jinên Ciwan ên Tebqayê diyar kirin ku êwên li hember Rewşa Rêberê Gelan bêdeng nemînin. di daxuyaniyê de Jinên Ciwan di heman demê de bêdengiya navnetewî jî şermezar kirin.
Jinên Ciwan Daxuyaniya Xwe diruşmên “Bijî Serok Apo” ve bidawî kirin.
TIRBESPIYÊ – Îşev bi dehan ji ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên PYD’ê li pêş Navenda Ciwanên Şoreşger a rojavayê Tirbespiyê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanan û meşaleyan rakirin.
Ciwanan ji ber navendê dest bi meşê kir û li tevahî kolanên sereke yên navçeyê gerîn û li gel wê jî diruşmên”Bê serok jiyan nabe”, ” Bi rihê ciwantî em ê tecrîdê bişkînin” û “Bijî serok Apo” hildan.
Dema ciwan gihaştin Çerxeriya Azadî ya bakurê navçeyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre Hevseroka Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Qamişlo Nisrîn Hesen daxuyanî xwend û tê de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan bi rasthatina serkeftinên gelê Kurdistanê li ser tevahî aliyên siyasî û dîplomasî û serkeftinên gerîla li çiyayên Garê li dijî arêtşa Tirk, giran dike.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Rojhilata Navîn ji fikirên rêber Abdulah Ocalan û pêşniyarên wê fêrî çareseriyan bûne, da ku nakokiyên li herêmê çareser bikin. Ev çareserî jî gefan li siyaseta dewleta Tirk dixwe, bi wê re jî tecrîdê li dijî rêbertî giratir dike.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê li ser rêça şehîdan û pêkanîna fikirên rêber Ocalan heta rêbertî rizgar dikin, bimeşin. Ji lew re divê dewleta Tirk a dagirker bi lez rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.”
Meş bi diruşmên silavkirina rêbertî û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.
ÇILAXA – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de Şêniyên Çilaxa ji bo Rêberê Gelan meşiya. Li ser bangawaziya Ciwanan Sedan şênî kom bûn û dest bi meşê kirin. Meşê de diruşmên “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.