ŞEHBA – Salvegera sêyemîn de dagirkirina Efrînê tê protesto kirin.
Îro li hezaran Şênîyên Şehbayê bi armanca protesto kirina 3. salvegera dagirkirina Efrînê daketin qada.
Gelên koçber ên Efrînê pêşentiya vê meşê kirin. Meşa ku li Fafînê hat pêkanîn de li ser navê pêkhateya Ereb Cima Kalo, li ser navê Rêveberiya Xweser ya Reqayê Buseyne El Şêx û li ser navê herêma Efrînê jî Hediye Yusuf axivî.
Daxuyaniyê de mesaja ku YPG’ê şandibû jî aliyê Mihemed Evdo ve hat xwendin.
Gelê heremê eleqeyeke mezin nîşanê meşê da û gel diyar kir ku ewên teqez vegerin Efrîna azad.
Meş siloganên “Bijî Serok Apo” ve qediya.