NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Meclisa Ciwanan a Minbicê Ehmed El-Cemîlî bi beşdarbûna şêniyên gundên El-Muhterêq û El-Farat û endamên meclisê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku girtina rêber Abdullah Ocalan sûcekî mezin bû, her wiha redkirina daxwazên serdana parêzeran û malbatê, binpêkirina yasayên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e.
Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, her wiha destûrê bide tîma tenduristiyê ku rewşa wî kontrol bikin, tecrîdê bi dawî bike û destûra hevdîtinê bide malbat û parêzeran.