MÊRDÎN – Ciwan û jinên ciwan ji rojên ewil ên meha Newrozê ve coşa Newrozê dan dest pê kirin. Ciwanên welatparêz li Mêrdînê jî pîrozbahiyên Newrozê domandin. Ciwanên welatparêz li Mêrdînê bi agir û diruşmeyan agirê Newrozê pêxistin.
Ciwanên ku bi Erbaneyan re stran û dîlan digotin destnîşan kirin ku dê îsal agirê Newrozê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were pêxistin. Gel eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê ya ku îşev ji hêla ciwanan ve hat li dar xistin.
Ciwanan bi dirûşmeyan şahî bi dawî kirin.