AMED – Ciwan û jinên ciwan ji rojên ewil ên meha Newrozê dest bi coşa Newrozê kirin.
Ji rojên pêşîn ên Adarê û vir ve, ciwan û jinên ciwan bi agirê berxwedanê ve her qada ku ew lê ne ronî kirin. Ciwanên ku doh li Taxa Kayapınar a Amedê agirê Newrozê pêxistin, îro jî agirê Newrozê li Taxa Feritköşk a Yenişehir a Amedê hate pêxistin. Gelek jinên ciwan û ciwan bi stran û govendan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi ciwanan bi banzdayina li ser agir berdewam kir.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.