KOBANÊ – Piştî îdiayên ji aliyê dezgehên çapameniyên ên Tirk ve têkildarî rewşa tenduristî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin belavkirin, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan, daketin qadan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê ji bo eşkerekirina rewşa rêberê Gelan Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye”, li Qada Şehîd Egîd a li bajêr dest bi çalakiya konvedanê kirin. Çalakî di roja 3’yemîn de bi beşdarbûna endamên saziyan, navendên sivîl ên herêma Firatê û şêniyên herêmê dewam dike.
Bi dehan şêniyên herêmê, endamên meclisa navçeya Şêranê û Şaredariya Şêranê, her wiha ciwanên PYD’ê, îro di konê çalakiyê de nobetê girtin.
Di çalakiyê de, beşdaran guhdarî perspektîfên rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên têkildarî şerê gelê şoreşgerî û jiyana hevbeş, kirin.
Endamê rêveberiya Ciwanên PYD’ê şaxê herêma Firatê Mûrad Elo daxuyaniyek xwend û tê de wiha got: “Em tecrîda giran a li ser rêber Ocalan, hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan idîa dikin, şermezar dikin. Ji ber ku rêber Ocalan rêberê mirovahiyê ye û dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî mafê mirovan binpê dike.”
Mûrad di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku rêber Ocalan ji bo mafên jinan û mafên gelên azadîxwaz tê koşiya. Her wiha diyar kir ku heta rewşa tenduristî ya rêber Ocalan neyê eşkerekirin û tecrîda girankirî neyê rakirin, dê ciwan ranewestin.
Di dawiyê de bang li ciwanan û gelê Kurd kir ku li her derê tev li çalakiyan bibin û ji bo rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
Tê payîn ku çalakiya konvedanê bi tevlêbûna şêniyan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û ciwanan heta roja şemiyê dewam bike.