BEHDÎNAN – Weke Ajansa NÛÇE CİWAN, me bi Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Özgür Şerker re hevpeyivînek kir. Özgür Şerker bersiva pirsên me ji çiyayên azadiyê da, têkildarî berxwedana li Kurdistanê pêş dikeve, têkoşîna ciwanan, pêşeroja Newrozê ya 2021 û geşedanên dawî nirxandinên girîng kir.
Îro em beşa duyem ji we re parvedikin.
4. 10’ê Sibatê, dewleta Tirk a faşîst di operasyona li dijî Garê de têkçûnek dîrokî jîyan kir. Ciwanan vê serfiraziyê çawa pêşwazî kirin û divê di demê pêş de ew çawa nêzîk bibin?
Berxwedan û serfiraziya Garê di dîroka me ya têkoşînê de wekî rûpelek zêrîn cihê xwe girt. Artêşên Hîtler di dîrokê de xwediyê rêbaza êrîşê ya navdar e ku jê re dibêjin “Operasyona Birûsk”. Bi rastî, faşîstê Erdogan jî di vê çarçoveyê de dixwest ku serketinek erzan bi dest bixe. Hem rêveberiya saziya me hem jî derdorên cûrbecûr li ser tiştê ku dixwest were kirin, çawa hate sêwirandin û encamên ku hêvî bûn nirxandinên pêwîst kirin. Belê, dê girîng be ku em rûhê ku Garê di dijmin de afirandî û rûhê serfiraziyê yê ku di tekoşîna me de afirandî,mirov bigire dest hin girîngtire. Yek ji encamên berbiçav ên pêngava “Dem Dema Azadiyê” ku me di destpêkê de behs kir, berxwedan û serfiraziya Garê encama ve pengavêye. Bi gotinek din, encama tevgereke ku azadiya mirovahiyê dike armanc li dijî yek ji êrişên faşîst ên Komara Tirkiyeyê nîşan dide ku bi rastî berxwedanek hamlewarî heye. Her wuha, berevajî jî rast e. Ger îro hem gelê Kurd dikarin ji bo hebûn û azadiyê têbikoşin hem jî mirovahiyê armanca xwe ya azadiyê winda nekiribe, bê guman ev bi saya berxwedana gerîlayê Kurdistanê ye. Hêza sereke ya ve hemleyê gerîla ye.
Berxwedana Garê jî ev îspat kiriye. Yên ku dibêjin bila gerîla cekên xwe deynin bila bizanibin ku bêyî berxwedana gerîla tûkes nikare biçek nefes bigirin. Lê belê, faşîstên Erdogan-Bahçelî, yên ku, tiliya xwe ji tevahî cîhanê re hejandin, bi xewnên xwe yen emperyal gef li herkesî dixwarin û qaşo jêhatîbûna hêza xweya leşkerî dikir li Garê têkçûnkî dîrokî jîyan kir. Travmaya AKP -MHP jîyan kirî rastiya faşîzma “pilinga kaxez” derxist holê. Diyar e ku piştî Garê dê têkoşîna li dijî faşîzmê pir xurttir bibe. Emparatoriya tirsê ya ku ji hêla faşîzmê ve hatî afirandin derbeyek ji bîrnekir û rastî şikestinên mezin hat. Di vê teşeyê de, hemî hêzên ku beşdarî tekoşîna antî-faşîst dibin divê ji berê bêhtir ji xwe bawer bin, têkoşînek radîkaltir bikin û bêtir berxwedanê mezin bikin. Mirov dikare bêje ku piştî Garê her tişt ji nihave ve guheriye. Dema ku ciwanan yekser dest bi pîrozbahiyan kirin me fam kir ku çawa ciwanên Kurdistanî ji serkeftina Garê ew qas moral û heyecan girtine. Bi taybetî pîrozbahiyên ciwanên şoreşger ên Rojava em bi dildarî pîroz dikin.. Divê ev rûhê serfiraziya Garê di nav bingeha hemî xebatên şoreşê yên pêşerojê de were helandin û heya serfiraziya dawî were domandin,divê ji vê kêlîye şûn ve wekî li hemî warên tekoşîna me, ji bo ciwanên Kurdistanê pîvana bingehîn divê ev be ku bi rûh û berxwedana Garê xebatên xwe bimeşînin û li dijî dijminê qirker ê faşîst li her derê Garêyên nû biafirînin.
5. Sala 2021-an buye saleke ku bi berxwedanê dest pê kiriye. Yek ji nîşaneya berxwedanê Newroz e. Di bihara 2021 an Newroz çawa bê pîroz kirin? Divê Ciwanên Kurdistan di vê Newrozê de rengê xwe çawa nîşan bidin?
Berxwedan û serfiraziya Garê rêça tekoşîna sala 2021 ê diyar kiriye û perspektîfa wê derxistiye holê. Cejna Newrozê jî bê guman bi naveroka vê çarçoveyê de were pêşwazî kirin. Rêber Apo karî ji Kurdan gelekê Newrozê biafirîne. Ev bi partiya Newrozê PKK-ê re kir. Îro dîsa di beriya Newrozê de bi serfiraziyeke geş di heman rih û hişmendî ber bi serfiraziyê ve dimeşe. Di vê çarçoveyê de, em di kesayeta rêheval Kawa Mazlum Dogan û Kemal Korkut ê di Newroza 2017’an de hat qetilkirin de tevahî şehîdên Newrozê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, û em soza xwe ya serfiraziyê dubare dikin.
Newroz ne tenê pîrozbahiyek cejna biharê ye ji bilî vê bûye wateyek û armancek. Newroza li Kurdistanê veguheriye rojên hesap xwestina ji zaliman û berxwedanekê bi agir ve bikindkirina tekoşînê. Mîna şiyarbûn, vejîn û zindîbûyîna xwezayê, Newroz di heman demê de tê wateya pêvajoyên nûkirina tekoşînê, zindîbûyîn û bilindkirina têkoşîna gel û ciwanên Kurd. Dibe serdemek e ku hemû kes, ji 7 heya 70 salî li dijî dijminê qirker ê faşîst ê ku dixwaze Kurdistanê bike zivistanek mayînde li ber xwe dide. Divê Newroza 2021’an bibe roja meşa ber bi berxwedana serkeftinê ya li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP ê ciwanên Kurdistan ê hemû hucreyên xwe seferber bike. Dema ku vê pêşve dibe, bibe destpêkirina meşekê ku dersên mezin ji pratîkên têkoşînê yên berê digire, xeletî û kêmasiyên xwe ji nû ve rast dike, sererastkirinên pêwîstî bike, xwe li gorî armanc û mebestên berbiçav plansaz kiriye, û ya herî girîng jî xwe bi rihê berxwedan û serfiraziyê Garê ve bike yek. Teqez e ku amadekirin, plansazî û meşa me dê wekî Tevgera Ciwanên Apoyî yên Kurdistan wiha be. Dijminê qirkirinê yê faşîst di lawazî û bêhêvîtiyek giran de ye. Ev bi qonaxa ku tekoşîna me gihaştiye re çêbûye.
Hemleya berxwedanê ku dê bi Newrozê re dest pê bike di dema xwe de ye ku li wan re darbeya dawî lê bixin. Ruhê demê faşîzma Erdoxan-Bahçelî ferz dike ku bi agirê Newrozê bişîne zibilxana dîrokê. Di vî warî de, divê ciwanên Kurdistanê li her qada Newrozê xwe veguherînin lêhiya berxwedana ji agir û bi ser dijmin ve bimeşin. Bi hesap xwestina hemû kiryarên dijminê faşîst ve divê berxwedana Newrozê veguherîne roja tolhildanê. Cejna herî mezin a ji bo me yên ku ji bo hebûn û azadiyê şer dike roja ku em tola dijminê faşîst hiltînin e. Bi vê hişmendî, bawerî û vînê, serî de ji ciwanên Amed, Dêrsim, Wan, Nisêbîn, Colemerg û Cizîrê bang dikin ku bi govenda berxwedana Newrozê ji dijmin re tol bihilînin.
6. Li dawiyê de, di 14’ê Adarê de, ji hin malperan de di derbarê ewlehiya jiyana Rêber APO de hîn îdîa hatin kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin û li ser vî bingehî ji gel û ciwanên Kurdistanê re banga we çi ye?
Beriya her tiştî, divê were gotin kû, di vê rojê de, navênda têkoşîna kû tê meşandin,çavkanîya sereke û diyarker Rêber Apo û têkoşîna wî ye,kû li îmralîyê deimeşîne ye. Berxwedana û serkeftina Garê jî, hêza xwe bi Rêber Apo, berxwedana kû ew dimeşîne digre. Di vî warî de, dijminê qirker ê faşîst wateya berxwedana li îmralî û hebûna Rêber APO ji bo me ev wate çîye, ew baş dizane. Pergala tecrîd û îşkenceya îmraliyê ya ku heya niha didome jî di encama vê zihniyetê de tê meşandin da ku tola Rêber Apo hilîne.
Di vê çarçoveyê de, divê dewleta faşîst a Tirk bizanibe ku nîqaşên li ser hebûna Rêber Apo were meşandin, divê dijmin, hebûna deh hezaran fedaiyên Apoyî, bi sed hezaran ciwanên Apoyî û bi hebûna gelê bi milyona jî li ber çavan bigire. Divê hûn li ser hemû nêzîkatiyên xwe yên ji bo Rêber APO carek din bifikirin. Hûn jî, dewleta we jî, rejîma we ya faşist jî baş bizanibe, ku rewşên em naxwazin bifikirin jî, em rastê wê rewşê werin, heya kû hûn, bi xezeba egidên fedaîyê Kûrdistanê erdê ve nebin yek, em nasekinin. Hewce be kû, sed sal jî berdewam bike, bi şehadeta me hemû kesan dawî be jî, em nahêlin hûn di vê cîhanê de bijîn.
Di vî warî de, divê dewleta qirker a faşîst careke din fêhm bike ku ew bi agir dilîze. Gelê kûrd çi bi dest xistî ye, ev bi Rêber Apo re hatiye destxistin. Ji ber vê yekê, em vê yekê bi aşkerahî, ji hemû cîhanê re dibêjin û em ê piştrast bikin kû, bila hemû kes wê bibihîze. JİYANA KU RÊBER APO TÊ DE TÛNEBE, EMÊ WÊ JİYANÊ Lİ SER WE DE HİLWEŞÎNİN. An emê vê cîhanê de, bi Rêber Apo re jiyan bikin, an jî ne emê jiyan bikin, ne jî bihêlin were jiyankirin. Hemû cîhan bibin yek û werin li ser me jî, ev heqiqet nayê guhertin. Di vî warî de, divê dewleta faşîst a dewleta Tirkiyeyê hişê xwe bîne serê xwe. Wekî din, heya kû bi Rêber APO re hevdîtinek rû bi rû pêk bînin, divê gelê me û her Ciwanên Kurdistanê her kolan, her tax, her dibistan, dibistana amadeyî û zanîngeh veguherînin çalakiyê, û heya ku ev nûçe neyê divê ew nesekinin. Heya kû dewleta Tirk a faşîst poşman bibe, divê seferberiyek çalakiyê were meşandin. Divê ji Kurdistanê bigirin heya Ewrûpa, hemû tiştên girêdayî TC’ya faşîst, were hedef girtin ev faşîst li ku bin bila werin cezakirin. Roj roja afirandina xelekek bi agir li dora Rêber Apo kombunê ye.