MOSKOVA- Newroz li Kurdistan û cîhanên bi coş tên pîrozkirin.
Ciwanên Kurd bi dadana agir starta Newrozê li Rûsayê da destpêkirin. Ciwanan piştî agir bi qêrîna dirûşman govend gerandin. Ciwanan di pîrozbahiyê de alên PKK’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Ciwanan li vir axivîn û di serî de cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên PKK’ê û gelê Kurd tev pîroz kirin.
Li ser navê ciwanan Hunermend Barî Yûsûbov axivî û diyar kir ku divê xwedî li Têkoşîna azadiyê derkevin û destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bi xurtî bê mezinkirin.
Yûsûbov anî ziman ku ew ciwanên Rûsyayê dijîn milîtanên Tevgera Azadiyê ne û heta dawî wê xwedî li têkoşînê derkevin.
Piştî axaftinan ciwanan bi qîrkirina dirûşman xwe li ser agir re avêtin.