NAVENDA NÛÇEYAN –
Newroz, di gelek çavkaniyan de derbas dibe. Lê destaneya di nav gelê Kurd de derbas dibe em dikarin bêjin ya herî raste. Ji ber ku ev destan di nav Kurdan de li erdnigariya Kurdan de diqewimiye û ya herî paq û rast jî ev e. Dîroka vê destanê jî diguhere. Lê ya rast ew e ku berê zayînê diqewimiye. Di destaneyê de Kawa yê hesinkar li hemberî Dehaq ê zalim re serî hildaye. Dehaq qiralê Asuran e û pir zalime. Di nav milên wi de du mar hene û her roj du zarok didan kuştin û mejiyên wan didan marên xwe. Gelê heremê jî êdî nedixwastin zarokên xwe qurban ê Dehaq bikin. Ji vê rewşê pir aciz bûn. Li gor çavkaniyek ê du kesên ku li aşpêş a qesra Dehaq de dixebitin zarokek ê dikujin yekê nakujin û wi zarok ê sax diveşêrin. Ji dewsa mejiyê zarokê ji kuştinê re xilaskirî mejiyê heywanan tevlî mejiyê zarok dikin. Li gor çavkaniyek ê jî karê aşpêjan yê zarok xilas kirin ê Kawayê hesinkar dike. Ji ber ku zarokên Kawayê Hesinkar jî di vê rêde hatine kuştin û dawiyê de tenê zarokekê wî dimîne. Bi vî awayî gelek zarok ji kuştinê xilas dibin û Kawayê Hesinkar wan li çiya perwerde dike. Li gor hinek çavkaniyan jî ev çiya çiyayên Garê ne. Piştî perwerde kirin û mezin bûn û hejmara zêde bûyîna zarokan Kawayê Hesinkar roja 21 ê Adar ê ji çiya ber bi qesra Dehaq ve diçin û Kawa yê hesikar bi çakûç ê xwe ve Dehaq dikuje û gelê Kurd ji qirkirinê xilas dike. Û wê rojê her deran agir pêdixin û wek rojekê nû , roja ji zaliman û zilma wan xilas bûn îlan dikin.
Di çavkaniyekê de jî tê gotin Dehaq hatina biharê jî asteng dikir û piştî ku serhildana Kawayê Hesinkar êdî bihar jî beramberê azadiya gel hat. Roja hatina azadî û biharê ango roja 21 Adar ê her sal bi coş hat pîroz kirin. Heta îro jî di nav gelê Kurd de bûye roja serhildanê û nîşaneya hatina biharê.
Serhildana Kawayê Hesinkar ji bo me Kurdan bûye mîrateyek û niha jî gelek Kawayên hemdemê li hember Dehaqên hemdemî serî rakirine. Bi agirê Mazlum Doxan yê ku bi sê heb şêxateyan hilkirî îro bûye agirek ê mezin û her derî cîhan ê ev agir belav bûye. Erê berî zayîn ê li Garê destpêkiri bû serhildan îro jî li eynî cih û ji eynî gel ve destanên nû li Garê tê nivîsandin.
Erê me got ev destane ji me re mîrateyek maye û pêwîste em jî wek agirê Kawayan, wek berxwedana Kawa yan girêdayê vê axê, vê tekoşînê, van şehîdên ji bo azadiyê canê xwe fedakirine bibin. Û di Newroza îsal jî bi vê girêdanê ve bi rihê Garê, bi rihê hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” bi herikin qadan û Newroz ê pîroz bikin.
Di dawiyê de jî ez şehîdê mezin yê Newroz ê Kawa yê Hemdemî Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rehşanan, Semayan û hemû şehîdên Newrozê ango şehîdên Kurdistan ê bibîrtînim û di şexsê van hevalan de Newroza hemû gelê Kurd, kesên ku niha li çiyan, li zîndanan û li hemû qadên Kurdistanê ji bo azadiyê berxwe didin bi dil û can pîroz dikim. Hêvî dikim ku ev Newroz bibe Newroza Azadî, Aştî û serxwebûne gelên bindest.
Piling Colemêrg