NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Şehîd Sema Yuce ya Komîteya Kurdistan a HBDH’ê di daxuyaniyê de wiha gotin: “Roja 20’ê Adara 2021’an saet 00.03 de li Agriyê taxa Fatîhê li kolana Yaşar Eryilmaz hevkarên AKP-MHP’ê yên li kolana 190’an û wesayîtên kar yên girêdayî malbara Gûngor ku ji bo mêtingeran kar dikin, hate şewitandin. Ev çalakî di serî de ji bo malbata Gûngor û hemû kesên hevkar hişyariyek e. Ji bo ku ji êdî hevkariya dijminan nekin me ev çalakî pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Dewleta faşîzm çiqas hewl bide jî nikare me ji ziman, çand û nasnameya me dûr bixe. Her çiqas bi spekulasyonan li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didin meşandin, her wiha girtina HDP’ê û operasyonên girtinê ji Rojava heta Başur êrîşî destkeftiyên Kurdan bikin jî wê nekarin bi ser bikevin. Kesên mêtînger bi agir dilîzin lê wê ew agir di dawî de wan bişewitîne. Ew kesên ku hevkarî ji wan re dikin jî bila êdî dev ji xiyanetkirinê berdin.”
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Garê û zindanan hate silav kirin û li dijî spekulasyonên li Îmraliyê jî banga bi wijdan tevgerkirinê kirin.