COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji bo pîrozbahiya Newrozê ji serê sibehê zû ve gel herikî qada Newrozê.
Li navenda Colemêrgê Newroz bi tevlibûna bi hezaran hat pîrozkirin. Ji bo tevlibûna pîrozbahiya ku li Qada Otogarê hat kirin ji navçe û gundên dewrdorê jî kes herikîn qadê. Li qadê alên HDP’ê hatin daliqandin. Kesên tevli pîrozbahiyê bûn bi cil û bergên kurdî ku li xwe kirin qad xemilandin. Di pîrozbahiya ku parlamenterên HDP’ê Şevîn Çoşkun û Hasan Ozguneş tevli bûn de pankartên bi nivîsên “Li dijî zilmê yekitî û piştevanî”, “Ciwan xwe birêxistin dikin aştî bi ser dikev” hatin daliqandin û dowîzên, “Newroz yekitî ye”, “Newroz pîroz be” hatin hilgirtin.