NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê daxuaniyeke nivîskî weşand û got, “Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê û Endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Baran Serhat du sal berê di sûîkasta dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Avabûna HBDH’ê dewleta Tirk a faşîst tirsand û dewleta dagirker her dem êrîşî HBDH’ê kir. Ji xeynî leşker, polîs û hêzên taybet ên li qadên şer û cihên ku şervanên me yên azadiyê lê hene, bi kemîn û sûîkastên siyasî êrîşî me kir. Kuştina rêheval Baran Serhat ne çalakiyeke ji rêzê ye û cînayeteke plankirî ya dewletê bû.
Baran Serhat li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû. Yek ji kadroyên pêşeng bû ku tevkariya wî di avakirina HBDH’ê de heye. Ji bo xurtkiaina şoreşa yekgirtî û xurtkirina yekîtiya têkoşîna antîfaşîst, belavbûna HBDH’ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê tevkariyên mezin kir.
Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bi taybetî rêheval Baran Serhat hilbijart û ew kuşt. Ev polîtîkaya taybet a dewleta faşîst e û li dijî kadroyên rêveber ên Tevgera Azadiya Kurdan her dem vî tiştî dike.
Li ser vê rêyê me Ûlaş, Nûbar Ozanyan, Taylan Demîrcîoglû, Alper Çakas, Atakan Mahîr, Yilmaz Kes, Delal Amed, Sevd Serînyel, Yelîz Erbay, Ceren Guneş, Aynûr Ada û gelek şervanên xwe da vê axê. Ev şehadet têkoşîna me qels nekir, berevajî wê şerê me yê şoreşa yekgirtî xurttir kir.
Rêheval Baran em hêvî û coşa te mezintir dikin. Li her dera Kurdistan û Tirkiyeyê milîsên HBDH’ê bi sabotaj û çalakiyên şoreşger li çeperên faşîzmê didin Hêzên şoreşa yekgirtî, bi îddîaya hilweşandina faşîzmê û bidestxistina azadiyê her roj li qadan in. Wekî ku te gotî ‘Jiyan û şoreş li her derê ye’. Li dinya, herêma me, Tirkiye û Kurdistanê, şoreş li her derê ye.”