MÊRSÎN – Milîsên Baran Serhat ên HBDH’ê li dijî Ocaxa Nijadperestan a Mêrsînê çalakiyek kir.
Milîsan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “Di 20’ê Adara 2021’an de berêvarî avahiya Ocaxa Nijadperestan a li Taxa Îhsaniye ya li navçeya Akdenîza Mêrsînê hate şewitandin. Di çalakiyê de beşeke zêde ya avahiyê hate şewitandin.
Ocaxên nijadperestan wekî hêza paramîlîter a faşîzma Erdogan û Bahçelî tevî polîsan li dijî gel her sûcî dikin lê divê ji bîr nekin, wê ev sûcên wan bêceza nemîne. Wê ev agirê me qesrên wan jî desthilatdariya wan jî bike xwelî.”