NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi dehan ciwanên xort û keçên Çilaxa li gundê Dêrna Axî kom bûn û wêneyên keça ku bi destê bavê hevjînê xwe hatiye kuştin, alên Kongreya Star û pankartên “Qetilkirina jinan û zarokan qetilkirina jiyanê ye” hildan.
Meş ji naverasta gund ve dest pê kir û li tevahî kolanên giştî gerî, di gel wê jî diruşmên şermezarkirina sûca li dijî jinan û banga hesabxwestina sûcdaran hatin hildan.
Meş ji pêş avahiya şaredariyê vegerî mîtîngê, piştre endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Çilaxa Nêrmîn Ehmed axivî û sûca ku welatiyê ji Çilaxa li dijî hevjîna kurdê xwe kiriye şermezar kir û destnîşan kir ku jin ne ji bo destdirêjî lê were kirin hatiye dinyayê, lê belê hatiye , da ku civaka bi rê ve bibe.
Nêrmîn Ehmed wiha got: “Jinan destkeftiyên mezin pêk anîn û bê pêşeng û mêr re di aliyên leşkerî, siyasî û civakî de û ewlehiya herêmê pêk anî.”
Li aliyekî din jî Viyan Şemo bi navê Yekitiya Jinên Ciwan da zanîn ku dewletên desthilat hîna jî hewl didin vîna jinan têk bibin û bi rêya hin çînan û sûcên li dijî jinan tevliheviyê di nava civakê de, çêkin.
Viyan Şemo wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em der barê sûcên li dijî jinan de bê deng namînin heta ku sûcdar werin muhasebekirin û sînorek ji van sûcan re deynin.”
Meş bi diruşmên şermezarkirina sûcên li dijî jinan û banga azadiya jinan bi dawî bû.