PARÎS – Serdegirtinên li bajarên Marsîlya, Parîs û Dragûîgnan ên Fransayê, ku ji aliyê polîsên Fransayê ve li dijî Kurdan hate kirin, li paytext Parîsê hatin şermezarkirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi vê armancê meşiyan.
Çalakiya li qada Repûblîqûeyê li ber sirûda “Çerxa Şoreşê” bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Di meşê de dirûşmên “Lîberte poûr Ocalan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwendana zindanan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn.
Ciwanan diyar kirin ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û wê çalakiyên xwe dewam bikin.